Hunermendên Kurd nikarin apolîtîk bin

LUQMAN GULDIVÊ: (Kanalên televizyonê ne gelekî elaqedarî sînemaya serbixwe ne. Ji ber vê jî ev ê bibe zehmetiyeke nû ji bo vî şêwazê sînemayê. Yanî rewş wê ji berê jî zehmettir be. Sînemaya Kurdî têra xwe ciwan e, lê van salên dawî tevî vê ciwaniya temenê xwe jî berhemên baş derdixe holê û hejmarek derhênerên serketî jî peyda dibin. Yek ji van jî Ferîborz Kamkarî ye. Ew bi sînemaya xwe ya taybet(https://yeniozgurpolitika.net/hunermenden-kurd-nikarin-apolitik-bin/) a ku weke ji rêûresma neorealîzma Îtalî bi nav dike, li Îtalyayê weke hilberîner û derhênerê sînemayê yê serbixwe bi cih e. Bi ya wî tesîreke gelekî mezin a salên şer ên li welatê wî di zaroktiya wî de li sînemaya wî jî dike. Ew dibêje, ji ber şert û mercên welatê Kurdan tê de, ji bo filmçêker û bi giştî hunermendên Kurd mirov dikare bibêje, ew nikarin hema welê apolîtîk bin. Bi ya wî mubalexe ye mirov hewl bide sînemaya Kurdî li ber ya kurewî bigire, ji ber ku sed salan dereng mayî ye, lê dîsa jî ew dibêje, mirov dikare behsa “dibistaneke gelekî ciwan a filmçêkiriya Kurdî” bike. Em bi filmçêkerê Kurd Ferîborz Kamkarî re li ser sînemaya wî, rewşa sînemaya Kurdî bi giştî û li ser tesîra krîza koronayê li ser sînemaya serbixwe peyivîn.

Cenabê te hilberîner û derhênerek e… ev carinan weke avantajekê diyar dibe, gelo bi rastî wisa ye?

Ji bo filmçêkerekî serbixwe têra xwe muhim e ku di hilberîna filma xwe bi xwe de cih bigire. Ya adetî ew e ku mirov weke filmçêkerekî serbixwe gelekî ji bo budceyê, yanî derfetên madî li ber xwe dide û piraniya caran mirov ji ya pêwîst hindiktir pereyan peyda dike; ji ber wê gava mirov bi xwe hilberîner be mirov dikare mesrefa xwe kêm bike û biryarê bide ka çawa mesrefê rast bike.

Te derhêneriya Water and Sugar (Av û Şekir), kir ku li ser derhênerê Îtalî Carlo di Palma ye; û film bi rengekî ji rengan deriyekî li dîroka sînemaya klasîk vedike. Sedem çi bû ku te xwest filmekê nexasim li ser Di Palma çêkî? Girîngiya wî di nava sînemaya Îtalyayê de çi ye?

Carlo Di Palma nûneriya şêwazekî sînemaya civakî û hunerî dike ku ez jî jê hez dikim. Ew ji dibistaneke (ekoleke) sînemayê tê ku tevahiya filmçêkerên filmên siyasî/civakî gelekî jê hîn bûn (neorealîzma Îtalî). Çêkirina belgefilmekê li ser Di Palma ji bo min derfeteke baş bû da ku ez behsa dîroka neorealîzma Îtalî bikim û helbet behsa wan hostekarên ez hez ji wan dikim. Ew bi Visconti, Monicelli, Antonioni û gelek derhênerên din ên mezin re xebitî, zanîna bi şaheserên wan zanibe û kolana li wan, dikare ji bo derhênerên ciwan û hezkerên sînemayê gelekî bi kêr bê.

Black Tape (Revayetê Maxdûş), yek ji filmên te yên gelekî serketî bû. Ew belgefilmek bû bi gelek hêmanên xeyalî, fîksoyonî; tu vê filma xwe çawa dibînî? 

Ev filma min a pêşî ya dirêj bû ku min li Tehranê dîmenên wê girtin. Weke filmçêkerekî ciwan, bi awayekî ceribandinê min gelek kurtefilm çêkiribûn. Û ji bo min muhim bû ez filma xwe ya pêşî ya metrajdirêj bi awayekî ceribandinê çêkim. Ez li zimanekî nû digeriyam ya ku wê bi kêra min bihata da ku xwe ji sansura hikûmetê jî xilas bikim û behsa çîrokê bi budceyeke gelekî piçûk karibim bikim. Çêkirina belgefilmeke fîksiyonî yanî sêwirandî rêya herî baş bû ji bo ku ez van armancan bi ser bixim.

Di heman filmê de tu behsa çîroka Golî dikî û mêrê wê yê karsaz û navsere. Ya dilê te tam çi bû, te dixwest çi bibêjî? Û reaksiyona dewleta Îranê beramberî vê çi bû?

Çîrok a têkiliyeke gelekî tevlî hev a jineke Kurd û mêrê wê bû. Ew hewl dide mafên xwe yên herî sereke bi dest bîne. Navê wê yê bi rastî Gelawêj e, navekî Kurdî ye. Ev jî wê ber bi arîşeyeke gelekî dijwar ve dibe. Ev arîşe ne tenê bi hevjînê wê re, lê belê bi malbata wê û rabihuriya wê re ye jî. Di dawiyê de çaxê rêyên aştiyane hemû li ber wê tên asêkirin, yek tercîh li ber wê dimîne, ew jî bikaranîna tivingê ye da ku xwe azad bike. Ew dimire, lê xwişka wê ya jê ciwantir rêya wê bi awayekî aqilanetir dide ber xwe.


Tu di heman demê de nivîskare jî. Yek ji filmên te ku li meydana navneteweyî de jî bi ser ket, Gulakanî Kerkûk (Flowers of Kirkuk) bû û ew jî ji kitêba te ya bi heman navî hatibû adaptekirin…

Kitêb û film jî li ser serpêhatiyeke evînê ne ku di dema rejîma Sedam Huseyn li Iraqê de  diqewime. Jineke Ereb û mêrekî Kurd dil dikevin hev, lê çarenûs li dijî evîna wan e. Zilam ji Kerkûkê ye, û dikeve ber qirkirina Enfalê ya ku artêşa Sedam pê bêhtirî 200 hezar Kurdî qetil kir; pirraniya van mirovan jî ji Kerkûkê bûn. Jina Ereb jî dibe parçeyek ji çarenûsa hezkiriyê xwe û şahidiyê dike li yekê ji kêliyên herî trajîk ên dîroka Kurd.

Di filmên te de em mijarên civakî û siyasî dibînin. Sedemeke taybet ji bo vê heye, tu têkiliya di navbera huner û siyasetê de çawa dibînî?

Serê ewil, weke Kurdekî mirov nikare xwe ji siyasetê bide alî. Mixabin jiyana me ya rojane ji ber rewşa me ya siyasî zivêrkirî ye. Weke hunermendekî Kurd mirov nikare apolîtîk be.

Sînema amûreke gelekî xurt a ragihandinê ye. Ew fena pencereyekê ye ku li denyayê vedibe û di heman demê de ew fena neynikekê ye ku mirov lê binihêre û li ser xwe haydartir bibe.

Ji bo neteweya herî mezin a bê dewlet, ji bo miletê li çar parçeyan dabeşkirî, û yên ku ketin ber êşa sansurê, sînema dikare bibe amûreke bikêrhatî ji bo danûstendina bi miletên din re, da ku mirov diyalogekê bi dinya mayî re bike.

 

Tu ji Sinê yî, cihê Sinê di jiyana te de çi ye û îroroj tu çiqasî dûrî Sinê dijî?

Ez ne li Sinê hatim dinê, lê ez li wir mezin bûm, ji ber wê jî ew bajarê min e, welatê min e. Di zarokatiya min de 3 salan şerekî nav Îranê hebû di navbera hikûmeta Îranê û tevgera azadiyê ya Kurd de, piştre 8 salan şerê Îran û Iraqê hebû. Weke zarokekî şerî, mirov ti carî nikare ruhê xwe azad bike. Di filmên min hemûyan de û di romanên min de tesîra vî qismê jiyana gelekî zêde ye.

Ji mêj e ku tu li Îtalyayê dimînî. Tu nikarî vegerî welatê xwe Rojhilatê Kurdistanê. Ev tesîreke çawa li sînemaya te dike?

Ez têkiliyên xwe bi kokên xwe re qut nakim, û gelek caran diçim Kurdistanê û ez xwe ji miletê xwe qut nakim. Hebûna derfeta çêkirina sînemayê li Ewrûpayê keyseke gelekî xweş e da ku mirov karibe bibe tiştekî weke pirekê di navbera van herdu dinyayan de. Mirov behsa Rojhilata Navîn û pirsgirêkên wê dike, vê ji temaşekerên ji welatên rojava re dike û ez nihêrîneke ji hundir a li ser wan tiştên hatin serê min, didim wan. Ev awirê hanê, ev nihêrîna hanê jî ji ya ku medya girseyî dide temaşeker û guhdarên xwe cihê ye. Nexasim çaxê ev li ser berjewendiyên siyasî, dînî yan jî aborî bin. Ez bawer dikim pêdiviya dinyayê bi bêhtir ji van nihêrîn û awirên ferdî yên welatiyên ji rêzê heye, yên ku dikarin behsa bûyeran bi awayekî ne fermî bikin.

Tevî sînor û sansurê jî, sînemaya ji Îranê berhemên baş derdixe holê. Di sînematografiya te bi xwe de, ji cihê sînemaya Îranê çi ye; ji bo filmçêkirina te gelo ev çavkaniyek e, tu karê xwe çiqasî ji wê cihê dikî?

Çawa min behsa wê kir, sînemavanên serbixwe, gelek tiştan ji neorealîzma Îtalî fêr bûn. Belkî jî ji ber wê yekê bû ev ku tişta hatî serê filmçêkerên Îtalî piştî Şêrê Cihanê yê Duyê û ya hatî serê filmçêkerên Îranê di dema şorişê de gelekî dişibiyan hev. Pêdiviya me pê heye ku em bi dinyaya li derveyî xwe re bidin û bistînin, lê di heman demê de sansur û nebûna pereyan belaya serê me ne. Van herdu hêmanan kir ku derhênerên Îranî rêyeke afirîner bibînin ku filmên hesan lê bipêşketî çêkin da ku xwe ji sansurê xilas bikin. Gelek caran li pişt filmeke gelekî besît a sînemaya Îranê mirov dikare gelek hêmanên sîmbolîk bibîne ku mirovî ber bi şiroveyên cihê ve dibin.

Gelo tu sînemaya Kurd jî dişopînî? Derhênerên tu hez ji sînemaya wan dikî hene?

Ez sînemaya Kurd a li bakur û Başûr dişopînim û ez gelek filmçêkerên nû yên baş nas dikim. Wan jî heman rêya min dane ber xwe. Ew sînemayê ne tenê ji bo çîrokekê bibêjin, kêfa temaşekeran bînin (helbet ev muhim e) bi kar tînin, lê belê her wiha ji bo ku bi rêya sînemayê bi dinyaya mayî re bidin û bistînin jî.

Her sal li festîvalan gelek filmên baş hene. Ez hêvî dikim ku ew rêyekê peyda bikin li derveyî derdoran festivalan jî karibin bijîn.

Di nava filmçêkeriya kurewî de, gelo bi ya te sînemaya Kurdî serketî ye?

Sînemaya Kurdî gelekî ciwan e û gava mirov li ber sînemaya kurewî bigire, divê hîna gelekî mezin bibe. Me Kurdan qederê sed salan piştî ku sînema hat vedîtin, ew nas kir, ji ber wê em nikarin xwe li ber neteweyên din bigirin ku hikûmetên wan hene, wezaretên wan ên çandê û kanalên wan ên televizyonê hene ku destekê didin filmçêkerên wan.

Em hîna jî têdikkoşin da ku hebin û hikûmetên me [behsa yên dewletên dagirker dike] her tiştî dikin da ku pêşiyê li me bigirin.

Çêkirina filmeke Kurdî bi rastî zehmet e û derhêner nikare tenê li mijarên hunerî yên filmê konsantre bibe. Lê belê dîsa jî filmên Kurdî her sal baştir dibin û ez têra xwe jê piştrast im ku mirov dikare bibêje dibistaneke gelekî ciwan [nû] a filmçêkeriya Kurd heye.

Gelo bi ya cenabê te, krîza koronayê tesîr li sînema û filmçêkirinê kir? Gelo ew ê bibe sedema hin guhertinan?

Helbet. Sînema wê demeke dirêj girtî bin û em nizanin ka ew ê kengî û çawa deriyên xwe li xelkê vekin. Ya rastî yekane rêya temaşekirina li filma wê bibe kanalên televizonê û tevnên li ser înternetê. Kanalên televizyonê ne gelekî elaqedarî sînemaya serbixwe ne. Ji ber vê jî ev ê bibe zehmetiyeke nû ji bo vî şêwazê sînemayê. Yanî rewş wê ji berê jî zehmettir be.   

Gelo ti projeyên niha tu li ser wan kar dikî hene?

Ez niha belgefilmekê bi dawî dikim û her wiha li ser filmekê kar dikim. Her du jî li ser mijarên Kurdî ne.

Be the first to comment

Leave a Reply

L'indirizzo email non sarà pubblicato.


*